Li Sûrê teqînên dijwar
Li navçeya Amed Sûrê, ku ev 80 roj in hatiye dorpêçkirin û êrîşên giran li ser heye, danê vê sibehê dengê 5 teqînên dijwar hat.
Li navçeya Amed Sûrê, ku ev 80 roj in hatiye dorpêçkirin û êrîşên giran li ser heye, danê vê sibehê dengê 5 teqînên dijwar hat.
Li hemberî Sûrê ku 80 roj in dorpêçkirî ye, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi tank û topan bi dijwarî dewam dikin. Tevî nava rojê duh bi şev jî şer li navçeyê qewimî. Lê belê dengê çekan danê sibehê zêde bû û şer dijwar bû.
TOPBARANÊ DUH BI ŞEV JÎ DEWAM KIR
Dîmenê êrîşa bi topan a duh bi şev hat kirin, ji aliyê kamerayên me ve hatin kişandin.
Ji saet 05:30 ê danê sibehê û pê ve, di dema vî şerê dijwar de dengê 5 teqînên dijwar hat bihîstin. Piştî teqînan ji hin cihên Sûrê dû rabû.
20 SIVÎL ASÊ MANE
Li Sûrê, hêzên YPS'ê li dijî êrîşên dewletê li ber xwe didin. Li navçeyê bi qasî 200 sivîl asê mane. Di nav de nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan jî heye.