Li Sûrê teqînên dijwar
Li navçeya Amed Sûrê, ku 91 roj in terora dewletê lê heye, êrîş giran dibin. Ev saeteke dengê teqînên dijwar li navçeyê rû dan.
Li navçeya Amed Sûrê, ku 91 roj in terora dewletê lê heye, êrîş giran dibin. Ev saeteke dengê teqînên dijwar li navçeyê rû dan.
Terora AKP û Qesrê ya li hemberî navçeya Amed Sûrê, ev 91 roj in bi êrîşên dijwar dewam dike. Ev saeteke dengê teqînên dijwar û şer ji navçeyê tê. Dengê ji taxan tê, ji tevahiya Amedê tê bihîstin.
Li aliyê din, çalakiya nobedê ya li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dewam dike. Hevserokên HDP, KCD, DBP û HDK'ê ji duh ve cihê xwe di çalakiya nobedê de girtine.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bang li her kesî kir, ku sibe saet di 16:00 de ji her devera Amedê ber bi Sûrê ve bimeşin.