Li Sûrê şer giran e

Ji serê vê sibehê ve li Sûrê dengê teqînên dijwar tê. Li ser navçeya ku dûxan jê radibe, helîkopter digere.

Ji serê vê sibehê ve li Sûrê dengê teqînên dijwar tê. Li ser navçeya ku dûxan jê radibe, helîkopter digere.

Li navçeya dîrokî ya Amedê Sûrê berxwedana gel a 48 roj in didome ji niha ve wekî berxwedaneke dîrokî cihê xwe di nava rûpelên dîroka têkoşînê de girtiye. Hêzên dewletê ku ev bi hefteyan e Sûr dorpêç kirine û bi hezaran leşker, polîs, tîmên taybet û cerdevan bi çekên giran êrîş dikin jî nikarin vîna azadiyê ya gel bişkînin. Ji ber vê yekê, hêzên dewletê êrîşên xwe her ku diçe girantir dike. 

Li Sûrê bombebarana ku danê sibehê destpê kir, bênavber didome û dengê teqînan li gelemperiya hemû bajêr tê bihîstin. Ji ber topbarana giran li gelek nuqteyên navçeyê dûxan radibe. 

Tevî topbaran giran, helîkoptera polîsan jî li ser taxên berxwedanê digere û der barê cihên ku wê êrîş lê were kirin, agahî û koordînatan dide.

Hate ragihandin ku, di êrîşên giran ên li hemberî Sûrê de, guleyek topê li minara Mizgefta Haci Hamît a ku di nav gel de bi navê "Minara Spî" tê zanîn ketiye. Di êrîşê de minara mizgeftê hilweşiya. Her wiha hate zanîn ku di êrîşan de dêrên dîrokî yên li heman taxê jî hatine texrîb bûne. 

Tevî hemû êrîşan jî hêzên dewletê nikarin berxwedana li pişt bendan bişkînin û ji bo karibin li taxan pêş ve biçin, bi kepçeyên zirxî malên dîrokî xera dikin. Bixur û xurdeyên malên hatî xerakirin jî bi kamyonên Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve ji nav Sûrê tên derxistin.