Li Sûrê piştî qedexeya derketina derve, polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin
Li navçeya Amed Sûrê, piştî qedexeya derketina derve, polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin.
Li navçeya Amed Sûrê, piştî qedexeya derketina derve, polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin.
Li navçeya Amed Sûrê, qeymeqamiyê careke din derketina derve qedexe kir. Bi qedexeyê re polîsên Tirk dest bi êrîşê kirin. 6 taxên derketina derve li wan hatiye qedexekirin, ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hatine dorpêçkirin.
Polîsên ku ketin nava kolana Minareya Çarling a cihê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê hat qedexekirin, ji vir dest bi êrîşê kirin. Li aliyê din, ji qada Deriyê Mêrdînê dengê teqînan tê.
Bi destpêkirina êrîşan re li kolanan jî çalakiya dengderxistinê, destpê kir.
Li taxên Xançepek, Fatîhpaşa û Hairsli yên ku derketina derve lê qedexe ye, av, elektrîk û înternet qut bûye.