Li Sûrê kesek din jî bi giranî birîndar bû
Li Sûrê êrîşên polîsan bê navber berdewam dikin û di encama êrîşên polîsan de welatiyek din bi giranî birîndar bû.
Li Sûrê êrîşên polîsan bê navber berdewam dikin û di encama êrîşên polîsan de welatiyek din bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di encama êrîşên polîsan de 13 kesên birîndarbûyî hê di nava navçeyê de ne. Ji ber êrîşên polîsan nikarin bên derxistin û xwe bigihînin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku di encama êrîşên polîsan de welatiyekî din li derdora Mînareya ÇarLing birîndar bûye.