Li Sûrê êrîş zêde bûn, hay ji gelek sivîlan nîne

Hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî Sûrê danê vê sibehê zêdetir kirin. Ji gelek sivîlên li taxa Fatîhpaşa dijîn agahî nayê wergirtin.

Li navçeya Amed Sûrê, danê vê sibehê êrîşên bi tank û topan giran bûn. Êrîş bi giranî li hemberî taxên Yogûrt Pazari, Fatîh Paşa, Dabanoglû, Savaş û Cemal Yilmaz tên kirin. Li ser bersiva hêzên YPS'ê şerekî dijwar qewimî. Hêzên dewletê her wiha ji derdora Dibistana Navîn a Deriyê Mêrdînê bi top û bombeavêjan êrîşî nava taxan dikin.

Tê gotin, ku ji gelek sivîlên li taxa Fatîh Paşa dijîn agahî nayê wergirtin. Her wiha gelek bombe li Mizgefta Hasirli ket û beşek ji dîwarên mizgeftê xera bû.