Li Sûrê dîmenên nû: Birîndarên me hene, em nikarin bêhnê bigirin!
Ji malên ku li Sûrê bi rîska qetlîamê re rû bi rû ye dîmenên nû hatin. Di dîmenan de jinek şertên xwe vedibêje û agahiya bi sedan malbat asê mane dide.
Ji malên ku li Sûrê bi rîska qetlîamê re rû bi rû ye dîmenên nû hatin. Di dîmenan de jinek şertên xwe vedibêje û agahiya bi sedan malbat asê mane dide.
Ji malên ku li Sûrê bi rîska qetlîamê re rû bi rû ye dîmenên nû hatin. Di dîmenan de jinek şertên xwe vedibêje û agahiya bi sedan malbat asê mane dide. HDP dîmen bi raya giştî re parve kir.
Li navçeya Sûr a Amedê gelê sivîl 85 roj in bi êrîşên qirker û dorpêça dewletê re rû bi rû ye. Şêniyên taxan bi rojan e asê mane.
Ji Sûra ku wek Cizîrê xeteriya rastî qetlîamên hovane were heye, dîmenên nû hat. Di dîmenên bi telefonê hatine kişandin de zarokên birîndar û xirbe balê dikşînin.
Ji 6 zarokên ku di malekê de temenê wan ji 2 salî heta 11 salî diguhere, 2 birîndar in. Di dîmenan de tê dîtin ku yên dîmenan dikşîne hewl dide ji şibakeyan dûr bikeve, tê ferqkirin ku avahiyên li derve jî hilweşiyane. Li mala ku dîmen hatine kişandin jî zarok perîşan bûne, tê dîtin ku doşekek li erdê hatiye raxistin û hin lihêf li ser hene.
Kenê rûyê zarokan jî baweriya bi berxwedanê tê dîtin.
‘EM JI DUH ÊVARÎ VE NIKARIN HILMÊ BIGIRIN, GAZÊ DAVÊJIN’
Di dîmenan de jinek şertên tê de ne wiha vedibêje:
“Bi tankan top tên barandin, qadên sivîl lê ne tên bomberdûmankirin. Em mexdûr in. Birîndarên me hene. Duh êvarî bombeavêj li ser Kadîr ket. Ji dest û serê xwe birîndar bû. Em ji duh êvarî ve nikarin bêhnê bigirin, gazê davêjin. Dewletek çawa hewld dide wisa gelê xwe bikuje, em matmayî ne! Em armanca dewletê ya kuştina sivîlan fêm nakin.”
Jin destnîşan dike ku rewşa wan qrîtîk e, îfade dike ku wek wan bi sedan malbat hene û ji ti kesî agahiyê nikarin wergirin, wiha bang dike: “Em gelek in, me bombe nekin, qêmîşî zarokên men ekin.”