Li Sûrê, ciwanekî din ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

Li ber Minareya Çarling a dîrokî, ku Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, polîsên Tirk ciwanekî din qetil kirin.

Êrîşên polîsên Tirk ên bi îlana qedexeya derketina derve re li Sûrê destpê kirin, dewam dikin.

Li ber Minareya Çarling a dîrokî, ku Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, polîsên Tirk ciwanekî din qetil kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, qedexeya derketina derve ya cara pêncemîn duh hat îlankirin, di roja duyemîn de ye. Êrîşên polîsan ên ku bi qedexeya derketina derve re destpê kirin, tevahiya şevê dewam kirin. Êrîşên polîsan careke din li ber Mizgefta Kûrşûnlû Yogûrt Bazari dijwar bûn. Li ber Minareya Çarling a dîrokî cihê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, ciwanekî bi navê Mehmet ê paşnavê wî nehat zanîn, di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da.