Li Sûrê 4 tîmên taybet hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Li navçeya Amed Sûrê, di şerê navbera hêzên dewletê û şervanên YPS'ê de herî kêm 4 endamên tîmên taybet hatin kuştin.

Dorpêçî û terora dewleta Tirk a li ser Sûrê di roja 80. de ye. Şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bersivê didin êrîşên dewletê. Di şerê danê vê sibehê de 2 jê leşker û 2 polîs herî kêm 4 endamên tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, hejmara leşker û polîsên hatine kuştin zêdetir e. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî da xuyakirin, ku 2 leşker û 2 polîs hatine kuştin. YPS'ê heta niha ti daxuyanî nedaye.