Li Sûrê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn
Êrîşên hêzên dewletê yên li navçeya Amed Sûrê dewam dikin.
Êrîşên hêzên dewletê yên li navçeya Amed Sûrê dewam dikin.
Êrîşên hêzên dewletê yên li navçeya Amed Sûrê dewam dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr diyar kir ku li gorî agahiyê gihaştine ber destê wan, 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li navçeya Amed Sûrê, bi qedexeya derketina derve re hêzên dewletê êrîşên xwe giran dikin. Guleyeke bombeavêjê ya polîsan li maleke nêzî Mizgefta Kûrşûnlû ket. 13 kesên di malê de ji ber parçeyên bombeyê birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di nava birîndaran de 2 zarokên 5 û 7 salî jî hene û ji ber ku parçeyê bombeyê li serê yekî ji birîndaran ketiye, rewşa wî giran e.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr diyar kir ku li gorî agahiyê gihaştine ber destê wan, 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Lê belê ev agahî hînê nehatiye piştrastkirin.