Li Sûrê 2 teqînên mezin

Li navçeya Sûrê ku gelek welatî di avahiyan de asê mane, êrîşên hêzên dewletê didome û li Taxa Savaşê du teqînên mezin rûdan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku bi sedan welatiyên sivîl di avahiyan de asê mane û bi komkujiyê re rû bi rû ne, êrîşên li hemberî taxan her kêlî zêdetir dibe. Ji welatiyên ku di bin êrîşan de ne ji duh ve ye tu agahî nayê girtin û hêzên dewletê taxê bênavber topbaran dike.

 

Taxa Savaşê ku ev saetekî ye bênavber tê bombebaran kirin, 2 teqînên mezin rûdan. Dengê teqînan li hemû navçeyê hate bihîstin.