Li Stewrê serdegirtina malan: 8 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Mêrdîn Stewrê, di serdegirtina malan a danê vê sibehê de 8 kes hatin binçavkirin.

Jendermeyên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeya Stewr a Mêrdînê û rêveber û endamên DBP'ê jî di nav de 8 kes binçav kirin.

Di serdegirtinan de rêveberên DBP'ê yên navçeyê Hamdûllah Oz, Nacî Aslan, endamên DBP'ê Mevlude Okmen, Davût Tekîn, Yalçin Bûlgan, Yilmaz Saydût, Hamdûllah Dogan û Kasim Dogan hatin binçavkirin. 

8 kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan a Stewrê.

Li ser sedema binçavkirina rêveber û endamên DBP'ê, heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.