Li Stenbolê operasyona li hemberî Partiya Şoreşger: 10 kes hatin binçavkirin

Hedefa îro ya operasyonên qirkirina siyasî Partiya Şoreşger bû. Di serdegirtinan de 10 şoreşger hatin binçavkirin.

Hedefa îro ya operasyonên qirkirina siyasî Partiya Şoreşger bû. Di serdegirtinan de 10 şoreşger hatin binçavkirin.

Li Stenbolê vê sibehê polîsan mala bi ser mala Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu ya li Taxa Gaziyê ya li navçeya Sûltangaziyê, rêveberên Partiya Şoreşger û rêxistinên partiyê de girtin. Di dema serdegirtina mala Gollu de, piştî lêgerînê polîs ji mala derketin, ji ber di destê wan de destûra lêgerînê tinebû û bes li endamê partiyê Halîl Sonmez digeriyan. Bi Sonmez re endamê MYK yê partiyê Salîh Şahîn bêyî biryara binçavkirina wî hebe hat binçavkirin. Piştî binçavkirina Sonmez û Şahîn polîs ji malê derketin. 

Di dema serdegirtinê de hat diyarkirin ku yên li malê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. 

Li heman taxê polîsan bi ser Rêxistina Navçeyê ya Sûltangazî de jî de girtin û deriyê rêxistina partiyê ji aliyê tîmên taybet ve hat şikandin û li hundir dest bi lêgerînê kirin. Di serdegirtinê de polîsan dest danî ser hin materyalan. 

Polîsan bi ser mala endamê Desteya Rêveberiyê yê Stenbolê Mûratcan Emîr a li Îkîtelliyê de girt û Emîr hat binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser malên endamên partiyê yên MYK'yê Bulent Parmaksiz û Vedat Tirk û Serokê Partiyê yê Stenbolê Selîm Polat û endamên partiyê Okan Kayar, Ahmet Sebat, Yasîn Aydin û Erdem Cabûl de jî girtin û wan binçavkirin. 

Her wiha polîsan bi ser mala endama MYK'ê Sînem Şahîn de jî girt, lê Şahîn nehat binçavkirin.

Yên hatin binçavkirin şandin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.