Li Şirnexê ya ku lê ‘Operasyon bi dawî bibûn’ mal û kargeh tên hilweşandin

Çeteyên Qesrê li Şirnexê mal û kargehan didin ber agir û bêhna şewatê derdor pêçaye.

Çeteyên Qesrê li Şirnexê mal û kargehan didin ber agir û bêhna şewatê derdor pêçaye.

Çeteyên Qesrê êrîşên xwe yên qirkirinê di roja 88. de li Şirnexê dewam dikin. Piştî daxuyaniyên ku “Operasyon bi dawî bûn” û şûn de agirberdana mal û kargehên li taxan dewam dikin. Li Taxa Gazîpaşayê gelek mal û kargeh hatin şewitandin, li Taxa Yeniyê jî hilweşandina malan a bi kepçeyên zirxî dewam dikin.

Ji saetên sibehê ve gelek mal bi teqemeniyan hatin hilweşandin, hinek mal jî ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin.

Li Taxên Cûmhûriyet, Dicle, Yeşîlyûrt, Aydinlikevler û Bahçelîevlerê mal û kargeh tên şewitandin. Li taxên Vakifkent, Tekser, Gundogdû, Omerkoy û Ataturkê di bin navê “Lêgerîna hûrûkûr” de mal û kargeha ji aliyê çeteyên Qesrê ve tên gulereşandin.

Esmanê bajêr bi dûmanê hatiye pêçan û bêhna şewatê derdor girtiye.