Li Şirnexê wê qedexe bi qismî bimîne

Hat ragihandin ku qedexeya kolanan a ku ji 14’yê Adarê ve ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hatibû îlan kirin wê bi awayê qismî dewam bike.

Li Şirnexa ku ji 14’ê Adarê ve qedexeya kolanan lê dewam dike, di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê ve hate kirin hate diyarkirin ku wê ji 14’yê Mijdarê ve bi awaeykî qismî qedexe bê rakirin. Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermi ya Waltîiya Şirnexê ve hate dayîn wiha hate gotin: “Qedexeya kolanan wê ji 14’yê Mijdara 2016’an ve her roj ji saet 05:00’ê sibehê heta saet 22:00’yê şevê bê rakirin.”