Li Şirnexê teqîn: 1 jê giran 3 kes birîndar bûn

Li cadeya Ûlûdere ya navenda Şirnexê danê êvarî teqînek mezin pêk hat. Di teqînê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Li cadeya Ûlûdere ya navenda Şirnexê danê êvarî teqînek mezin pêk hat. Di teqînê de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Li cadeya Ûlûdere ya navenda Şirnexê danê êvarî teqînek mezin pêk hat. Dengê teqînê ji gelek nuqteyên bajêr dihat hîskirin, Mobeseya li cadeyê derb xwar û bêkêr bû. Ji ber teqîn danê êvarî pêk hat, 3 kesên derdorê birîndar bû. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat diyarkirin ku ji birîndaran rewşa Musût Ûysal giran e û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Navê her du birîndarên din nehat zelalkirin.

Sedema teqînê hê nehatiye eşkerekirin, ji ber teqînê gelek mal û kargehên li derdorê zerar mezin dîtin.