Li Şirnexê şev bi şer derbas bû

Li navenda Şirnexê, hêzên YPS û YPS Jin bersiv dan êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî taxên berxwedanê. Li navenda bajêr du dîrekên mobese ji şûna wan hat rakirin.

Li navenda Şirnexê duh bi şev li dû hev teqînên dijwar rû dan. Li cihên cuda yên bajêr bi deh deqeyan li dû hev 4 teqînên dijwar rû dan. Li hin cihan jî şer derket.

Li taxên Yenîmahalle û Bahçelîevlerê, elektrîk qut bû. Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk gule li taxên berxwedanê reşandin.

Hêzên YPS û YPS Jin jî dest bi berxwedanê kirin û hêzên dewlete şikandin.

Bi berbanga sibehê re 2 dîrekên kamerayên mobese yên li kolana Qilabanê, ji cih hatin derxistin û qelibandin.