Li Şirnexê şerên dijwar diqewimin
Êrîşên çeteyên Qesrê ya li hember berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê dewam dikin, li ser Taxên Yenîmihale û Bahçelîevlerê top tên barandin. Li Taxa Cûmhûriyet û Îsmetpaşa jî şerên dijwar diqewimin.

Êrîşên qirkirinê yên hêzên çekdar ên rejîma AKP'ê ku 55 roj in li Şirnexê dewam dikin, dijwartir bûne. Mala bavê hevşaredarê berê Ahmet Ertak ê li derveyî Taxa Yenîmihaleyê bû, ji aliyê tîmên taybet ve hate şewitandin. Tevî ku agahî dan tîmên agirkujiyê jî lê tîmên taybet rê nedan ku agir vemirînin.
Bomberdûman û şerê li navçeyê berdewam dike. Şerên ku tevahiya rojê di navbera hêzên YPS û YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê de qewimîn li Taxên Îsmetpaşa û Cûmhûryetê dijwartir bûn. Her wiha bi çekên ku li ser wesayîtên zirxî hatine bicihkirin jî taxan ketober didin ber guleyan.
Têkildarî kuştî û birîndaran hê ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin, gelek ambûlans sewqî herêma şer hatin kirin.
Ji saetên danê nîvroyê ve Taxên Yenî û Bahçelîevler bi tank, top û obusan tê bombekirin. Hat dîtin ku ji ber bomberdûna dijwar gelek avahî hatine hilweşandin.