Li Şirnexê şer giran e

Li Şirnexê ku êrîşên dewleta Tirk di roja 55. de ye, piştî bomberdûmana danê sibehê ya li hemberî taxên berxwedanê, şerekî dijwar destpê kir. Şer dewam dike.

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî terora dewleta Tirk, di roja 55. de ye. Piştî şerê duh bi şev ê li bajêr, hêzên rejîma Tirk danê sibehê top û obus avêtin taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê.

Li dû vê bomberdûmana ku bi qasî saetekê dewam kir, şerekî dijwar destpê kir. Şer li taxên Bahçelîevler, Yenî û Îsmetpaşa giran e.

Hêzên dewleta Tirk hewl didin bi êrîşa bi çekên giran bikevin nava taxan. Hêzên YPS/YPS Jinê jî bi çekên ferdî bersivê didin û nahêlin hêzên rejîmê bi pêş de biçin.

Liv û tevgera ambûlans û helîkopteran a li bajêr jî dewam dike.