Li Şirnexê protestoyên 15’ê Sibatê
Li Şirnexê têkildarî sala 18. a komploya navneteweyî, li Taxa Bahçelîevler a ku xwerêveberî lê hatî îlankirin pêşendanek sînevîzyonê pêk hat.
Li Şirnexê têkildarî sala 18. a komploya navneteweyî, li Taxa Bahçelîevler a ku xwerêveberî lê hatî îlankirin pêşendanek sînevîzyonê pêk hat.
Li Şirnexê têkildarî sala 18. a komploya navneteweyî, li Taxa Bahçelîevler a ku xwerêveberî lê hatî îlankirin pêşendanek sînevîzyonê pêk hat. Têkildarî komployê Hûrşît Kulter axivî û wiha got: “Komploya 15’ê Sibatê şermezar û lenet dikim. Li ser Serokê me tecrîd pêk tê, dixwazin îrade û vîna gelê Kurd bişkînin. Lê, ev polîtîkayên qirêj wê li Kurdistanê têk biçin.”
Li Şirnexê têkildarî sala 18. a komploya navneteweyî, li Taxa Bahçelîevler a ku xwerêveberî lê hatî îlankirin pêşendanek sînevîzyonê pêk hat. Aktîvîte bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Gel a Şirnexê Hûrşît Kulter axivî û wiha anî ziman: “Komploya 15’ê Sibatê şermezar û lenet dikim. Tevahî şehîdên Kurdistanê yên ji bo rêya me bûne find bi rêzdarî bibîr tînim. Dewleta Tirk bi vê komployê xwest ku PKK’ê têk bibe, lê bi ser neket.”
Hûrşît diyar kir, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî pêk tê. Kulter wiha dewam kir: “ Li ser Rêberê me tecrîdek girankirî pêk tê. Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e. Dixwazin bi vê tecrîdê îradeya gelê Kurd bişkînin. Bi vî awayî dixwazin serhildanên li Botan û Sûrê biçewisînin. Polîtîkayên qirêj ê dewleta Tirk bi ser nakevin.”
Hûrşît diyar kir ku xwe li pêşdeçûna Kurdan a li Rojava û Kobanê ranegirtin û wiha got: “Dewleta faşîst a Tirk xwe li pêşketinên Kudan ranegirt. Ji bo vê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê qetlîaman dikin. Ev planên qetlîamê wê hemû vale bê derxistin. Bi îlankirina xwerêveberiyan gava yekem ya azadiyê ye. Em gav bi gav nêzîkî azadiyê dibin.”
Aktîvîte bi temaşekirina sînevziyona têkildarî komploya 15’ê Sibatê bi dawî bû.