Li Şirnexê depoyên erzaq û êzingan tên şewitandin
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê dest bi şewitandina depoyên erzaq û êzingan kirin.
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê dest bi şewitandina depoyên erzaq û êzingan kirin.
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê dest bi şewitandina depoyên erzaq û êzingan kirin.
Li warê berxwedana xwerêveberiyê Şirnexê, êrîşên çeteyên Qesrê dewam dikin. Di roja 80. a êrîşan de, bi obusan xanî yek bi yek hedef tên girtin. Taxên Yenî û Bahçelîevlerê danê sibehê bi obusan hatin bombekirin. Piştî bomberdûmanê, vê carê ji wesayîtên zirxî gule li taxan hatin reşandin. Çeteyên Qesrê dûre dest bi şewitandina xaniyan kirin.
Li taxên Gazîpaşa, Aydinlikevler, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê gelek xanî hatin şewitandin. Dehl û rezên li derdora taxa Yenî jî, danê vê sibehê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Her wiha depoyên erzaq û êzingan ên li hava van bexçeyan yek bi yek hatin şewitandin. Şewat li qadeke fireh belav bûye û hînê nehatiye vemirandin.
Li aliyê din liv û tevgera balafirên keşfê yên bêmirov a li ser bajêr, bênavber dewam dike.