Li Şirnexê çeteyên Qesrê malan dişewitînin
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê malan dişewitînin, bi teqemeniyan jî hildiweşînin.
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê malan dişewitînin, bi teqemeniyan jî hildiweşînin.
Li Şirnex a ku êrîşên qirkirinê di roja 84. de dewam dikin, li taxên Bahçelîevler, Gazîpaşa, Yeşîlyûrt, Dîcle, Yenî û Cûmhûriyetê mal têne şewitandin.
Li Taxa Bahçelîevler ya ku bi sedan mal hatine şewitandin, dûmanê tevahiya asîmanê bajêr girtiye. Li taxan hinek mal ji aliyê çeteyên Qesrê ve bi teqemeniyan tên teqandin û hilweşandin.
Li tevahiya bajêr jî tevgerên pêgerên keşfê hene.