Li Şirnexê, çalakiya li dijî otobusa polîsan: 9 polîs hatin kuştin

Gerîlayan, li ser rêya navbera navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê li dijî otobuseke polîsan a ku 22 polîs tê de bûn çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 9 polîs hatin kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li dijî êrîşên wehşî yên li Cizîr-Silopiyayê û ji bo bîranîna 12 gerîlayên li Wanê bi awayekî namerdî hatin qetilkirin, çalakiyek mezin hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 18'ê Çileyê saet di 18:30 de, li ser rêya navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê, li dijî otobuseke polîsan a ku 22 polîs tê de bûn, hêzên me yên gerîla bi roketerên B-7 û çekên giran çalakiyek pêk anîn. Bi derbên bi bandor ên hêzên me re otobus bi temamî hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de 9 polîs hatine kuştin, 4 polîs jî birîndar bûne."

HPG'ê diyar kir ku tevgera keşfê jî dewam dike û got, "Di 18-19'ê Çileyê saet di nabera 16:30-05:00 de li herêma Garê, roja 19'ê Çileyê saet di navbera 02:00-08:00 de li herêma Heftanînê bi balafirên bêmirov ên hewayî re keşif hatiye kirin."