Li Şirnexê 2 cenaze ji aliyê polîsan ve bi awayek korsanî hatin definkirin

Li Şirnexê 2 cenazeyên ku nasnameya wan nayên zanîn û di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê polîsan ve hatin definkirin.

Li Şirnexê 2 cenazeyên ku nasnameya wan nayên zanîn û di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê polîsan ve hatin definkirin.

Li Şirnexê 2 cenazeyên ku yek aîdî jinekê ye, ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, hatin definkirin. Her du cenazeyên ku testa hestiyên wan nehatin kirin ji aliyê polîsan ve li goristana Taxa Afet Evlerî hatin definkirin. Ji beriya niha jî 13 cenazeyên ku testa hestiyên wan nehatibûn kirin, li goristanên Taxa Afet Evlerî û Avgamasiya hatibûn definkirin.