Operasyona ku piştî êrîşa gêrîlayan ya bi roket ya li dijî Miduriyeta Polîsan ya Stewrê hate destpêkirin hêjan didome, her wiha komando sewqî çiyayên spî yên li ser sînorê Mêrdîn-Şirnexê kirin û operasyon berfireh kirin.
Roja borî gêrîlayên HPG’ê bi roketan êrîşî Miduriyeta Polîsan ya navçeya Stewra Mêrdînê kiribûn û piştre li herêmê artêşa Tirk operasyon dabû destpêkirin hêjan didome.
Vê sibehê di çarçoveya operasyonê de ji tabûra Komandoya Şirnexê bi helîkopterên Skorskyê komando sewqî sînorê herêma Şirnex-Mêrdînê kirin. Operasyona ku polîsên tevgera taybet jî tevlîbûyîn hat berfireh kirin û berdewam dike.