Li sînor makîneyên mirinê hatin bicihkirin!

Li sînor makîneyên mirinê hatin bicihkirin!

Li qereqolên sînor yên Colemêrgê Sîstema Kontrola Lêdana Çekên Makîneyî (ÎMTAKS) hate avakirin.

Li herêmê herî zêde li Colemêrgê tevgera leşkerî pêk tê û li heman herêmê vê carê jî li sînor Sîstema Kontrola Lêdana Çekên Makîneyî (ÎMTAKS) ên ku bê mirov û wekî makîneyên mirinê tên zanîn hatin avakirin. Robotên nobedar ên ku mirov û sewalan ji hev cûda dikin û bi piştgiriya qemerayên termal li Şemzînan li sînor li 3'yemîn Tabura Komando û Çiya hatin bicihkirin. Hate zanîn ku pergala ÎMTAKS di êrîş û serdagirtinan de dê li şuna leşkeran bersivê bidin û pergal di hundir de bikomputerê tê kontrol kirin. Robotên li stargehên di bin erdê de yên li qereqolên sînor tên kontrolkirin li sînor dest bi avakirinê hatin kirin.

Piştî çek li sînor hatin avakirin herî zêde welatiyên herêmê bi guman dike. Ji ber ku li herêmê li ser sînor qaçaxçîtî heye û dibe ku makîne bibin sedema komkujiyan.