Li Silopiyê ev du roje hemwelatî li kolananin

Li Silopiyê ev du roje hemwelatî li kolananin

Li navçeya Silopiya Şirnexê du şev ya herî mezin 4.3 li ser hev 9 erdhejên çêbûn. Ji ber sedema erdhejên çêbûyî hemwelatî şev li kolana derbaz kirin.

Piştî roja borî li gundê Pinaronu ya Silopiyê erdheja 5.5 rû da, hejîna herêmê didome. Duh şev li herêmê 9 erdhejên li pey hev yên tundiya wan di navbera 3.6 û 4.3 de rû dan. Hejîna herêmê bû sedema panîkê. Ji ber xeteriya erdhejê Silopiyan şev li kolana derbaz kir.

Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandîllî û Navenda Lêkolîna Erdhejê dayî, li Silopiyê di navbera du rojan de 37 erdhejên pey hev çêbûne.