Li navçeya Silopiya Şirnexê welatiyê bi navê Sekvan Onuk ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hat.
Li navçeya Silopiya Şirnexê welatiyê bi navê Sekvan Onuk ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hat. Onuk di encama êrîşê de birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Lêkolîna polîsan ya cihê bûyerê berdewam dike.
2 meh beriya niha di pevçûna di navbera malbata Onuk û malbateke din ya piştî maçê li sahaya futbolê derketî de Metîn Baglan jiyana xwe jidest dabû. Hat îdîakirin ku girêdayî vê bûyerê êrîş pêk hatiye.