Li navçeya Silopiyê piştî hemwelatiyê bi navê Sekvan Onûk ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate gulebaran kirin, hat diyarkirin ku ji wesayitekî reş gule avêtine Bariş Petrol.
Duh piştî li navçeya Silopiya Şirnexê li dijî Sekvan Onûk êrîşa çekdarî hate pêkanîn, hat ragihandin ku, îşev jî ji wesayîtekî reş gule berdan Bariş Petrol. Bi bersivdana kesên di ofîsê de demek kurt pevçûn derket. Ji bûyera ku kesek birîndar nebûyî malbatan piştî ku bûyer bihîstin daketin kolana demek kurt panîkê rû da. Hat dîtin ku polîsan li tevahiya bajar tedbîrên ewlekariyê girtine.