Li Silopiyê 18 kes birîndar bûn

Li Silopiyê 18 kes birîndar bûn

Li gundê Pinaronuya navçeya Silopiya Şirnexê piştî erdheja hêza wê 5.5 pêl 18 kes birîndar bûn. Gelek saziyên fermî yên navçeyê jî hatin valakirin. Nexweşxaneya navçeyê jî li 2 konan xizmetê dike. Welatî ji li kolanan in.

Piştî ku li Şirnex û Silopiyê erdhej pêk hat erdhejên paşing jî berdewam dikin. Gelek saziyên fermî yên navçeya Silopiyê hatin valakirin û welatî derkeetin kolanan. Nexweşên li nexweşxaneya dewletê ya Silopiyê jî li konan bicih kirin. Tedawiya nexweşiyan li konan tê kirin.

18 Welatiyên ku di dema erdhejê de tirsiyan ji ser banên malên xwe, şaneşîn û pencereyan xwe avêtin û birîndar bûn. Piştî ku tedawiya 18 kesan pêk hat rêkirin malên wan. Ekîbên şaredariyê jî maseya qrîzê pêk anî û xebatên tesbîtkirina xusarê dest pê kirin. Ji hêla din ve jî li navçeyên Şirnexê û li gelek gundên derûdor dîwarên malan teqiyan.