Li Silopiyayê rêveberiya awarte bi fiîlî didome

TİHV, ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê(MHD) piştî êrîş û pêkanînên rêveberiya awarete, ji bo tespîta binpêkirina mafan çû Silopiyayê û lêkolîn kirin.

Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê(TİHV), Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê(MHD) piştî êrîş û pêkanînên rêveberiya awarete, ji bo tespîta binpêkirina mafan çû Silopiyayê  û lêkolîn kirin, heyet dan zanîn ku li navçeyê bi awayekî fiîlî rêveberiya awarte didome. Gav bi gav şopandina heyetê ya ji aliyê polîsan û êrîşa wan î li ser hemwelatiyan bal kişand. 

Heyeta ji Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê(TİHV), Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê(MHD) pêk hat bo lêkolînan çû navçeya Silopiyayê  ya Şirnexê. Bi têketina heyetê ya taxê re derdora wan ji aliyê polîs û wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin û bi hinceta "ewleyiyê" dê gav bi gav bişopînin. Heyeta ku di bin çavdêriya polîsan de li taxên ku bi awayekî dijwar êrîş lê pêk tên guhdariya hemwelatiyan kiri û tespîta malên hilweşiyayî kir. 

'Lİ SİLOPİYÊ QEDEXEYA FİÎLÎ DİDOME' 

Hat dîtin ku ji ber heyîna polîsan hemwelatî tiştên hatine serê wan bi rihetî venegotin, li hemberî vê rewşê heyet matmayîna xwe da der. Piştî lêkolînan li ser navê heyetê Nûnerê Stenbolê yê TÎHV'ê Umît Efe daxuyanî da û diyar kir ku wê  arasteyî lêkolînên xwe raporekê amade bikin û diyar kir ku dema hatin Silopiyayê  pêkanînên rêveberiya awarte hîs kirine û wiha got, "Qedexeya derketina derve bi biroj hatiye rakirin. Lê belê ya ku em dibînin, bi awayekî fiîlî qedexeya derketina derve hîn jî didome. Li ser însana bi awayekî zêde zordestiyek heye."