Li Silopiyayê operasyona qirkirina siyasî
Li Silopiyayê di serdegirtinên hevdemî de Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Silopiyayê di serdegirtinên hevdemî de Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, polîs û leşkerên Tirk bi dehan maşînên zirxî danê sibehê dor li 15 taxn girtin û avêtin ser malan.
Hat ragihandin, operasyon ji bo pêşîgirtina li protestoyên 15'ê Sibatê hatine kirin. Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr, welatiyên bi navê Bişeng Mete, Îdrîs Algan, Îdrîs Demîr, Mûttalîp Sekman û gelek kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.