Li Silopiyayê amadekariya defnkirina korsanwarî!

Ji Şaredariya Silopiyayê hat xwestin ku 2 wesayîtên cenaze û kepçeyek amade bê girtin, ev jî gûmana defnkirina 48 cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya demkî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê ava kir.

Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê ji Şaredariya Silopiyayê xwestin ku 2 wesayîtên cenaze û kepçeyek amade bê girtin, ev jî gûmana defnkirina 48 cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya demkî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê ava kir.

Xebatên teşxîsa 48 cenazeyên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de bi awayekî hovane hatin qetilkirin û anîn Saziya Tiba Edlî ya Demkî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê bi dawî nebûne. Kar û xebatên DNA yên cenazeyên ku piraniyê wan hatiye şewitandin û nayên naskirin hê temam nebûye, Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê ji Şaredariya Silopiyayê xwest ku 2 wesayîtên cenaze û kepçeyên amade bigire, ev jî gûman da avakirin ku wê cenazeyan bi awayekî korsan bi komî defn bikin.

Berê jî, bi hinceta nehatin teşxîskirin, di dîrokên cuda, li Şirnexê 11 cenaze, li Cizîrê 12 cenaze, li Dîlokê jî 7 cenaze bi awayekî korsanwarî hatibûn defnkirin.