Li Silopiyayê 3 cenaze rakirin nexweşxaneyê

Cenazeyên 3 kesên di êrîşên dewletê de li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan, ji mizgefta Taxa Nûhê rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, cenazeyên 3 welatiyên ku di êrîşan de hatin qetilkirin û li mizgefta Nûhê dihatin ragirtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî ku welatiyan agahî dan wesayîta cenaze hate mizgeftê û cenaze birin nexweşxaneyê. Cenaze aydî kê ne nayê zanîn. 

Tê texmînkirin ku 2 cenaze aydî Axîn Kanat û Reşît Eren ên ku di rojên destpêkê yên êrîşan de hatin qetilkirin lê ji ber êrîşan nekarin bibin nexweşxaneyê ye.