Li Silopiya operasyon

Artêşa Tirk li qada Bespîn a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê operasyon da destpêkirin.

Artêşa Tirk li qada Bespîn a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê operasyon da destpêkirin.

Artêşa Tirk bi hinceta li hember makîneyên kar ên ji Santrala Termîk a girêdayî Bespîn a Silopiya diçin qada Pîrê Ezmana çalakî hatiye lidarxistin operasyon da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  têkildarî operasyonê got: “Hêzên me yên gerîla berî niha li hember santralên termîk, bendav û hwd. xebatên xwezaya Kurdistanê dike hedef gelek hişyarî kiribûn. 21’ê Tîrmehê piştî nîvro hêzên me yên gerîla li hember makîneyên kar  ên ji Santrala Termîk a girêdayî Bespîn a Silopiya diçin qada Pîrê Ezmana çalakiya hişyariyê li dar xistin. Di çalakiye makîneyeke kar ketiye rewşeke êdî neye bikaranîn. Li ser vê yekê artêşa T.C a dagirker qada Bespîn bi obûs û hewanan bombardûman pêk aniye. Dîsa artêşa Tirk li gundê Herbol ê girêdayî navçeya Silopiya operasyon daye destpêkirin û operasyon didome.”