Li Silêmaniyeyê wargehên xwendekaran tên valakirin

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyî û boykotê pêl bi pêl belav dibin. Rayedarên ku ditirsin çalakî li zanîngehan jî der bibin, li Silêmaniyeyê du wargehên xwendekaran vala kirin.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyî û boykotê pêl bi pêl belav dibin. Rayedarên ku ditirsin çalakî li zanîngehan jî der bibin, li Silêmaniyeyê du wargehên xwendekaran vala kirin.

Karmend û karkerên ji gelek komên pîşeyî bi mehan e nikarin mûçeyên xwe werbigirin, çalakiyên xwe yên protestoyî û boykotê berfireh dikin. Li Başûrê Kurdistanê karmend, personelên cemaweriyê, hîndekarên zanîngehan, mamoste, parêzer, kedkarên tenduristiyê, polîs û pêşmerge dest ji kar ber didin û çalakiyên boykotê pêk tînin. Ev rayedarên Başûrê Kurdistanê ditirsîne.

Li gorî agahiyên gihaştin ber destpê me, rayedarên ditirsin çalakî li zanîngehan der bibin, du wargehên xwendekaran ên li xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê lê dimînin heta demeke nediyar girtin.

Li wargeheke din a xwendekaran a bi navê Qilyasamê jî, ku di dema betlaneyê de jî xwendekarên ji derveyî Silêmaniyeyê hatine lê dimînin, li xwendekaran tê girtin. Hat ragihandin, rêveberiya wargehê ji xwendekaran re gotiye "Heta ku em ji we re nebêjin, venegerin wargehê."

Tê gotin, gelek xwendekar neçar mane ji wargehê derkevin.