Îro li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Geşepêdanên Medenî CDO, Rêxistina Parastina Xwezaya Îraqê, Însiyatîfa Heskîfê û çend rêxistinên din yên navnetewî ve bi armanca parastina rûbarê Dîcle, Elwend û Sirwanê û xwezaya Îraqê, ji holê rakirina bendava Ilisu û bendavên din semînerek hate lidarxistin. Semîner bi zimanê Kurdî, Erebî û Ýngîlîzî hat dayîn. Di semînera ku bi navê ‘Av sînoran nas nake’ hate pêkanîn de hate gotin ku stratejiya dewletan ya şerê li ser av û petrolê dibe sedem ku li ser rûberên mezin bendav bên çêkirin û ji ber vê yekê jî rûbar diçikin û ev yek jî zirarek mezin dide xwezayê, berhemên dîrokî, zindiyan û mirovan. Piştî semînerê rêxistinên ku beşdarê semînerê bûn daxwiyaniyek hevbeş dan çapemeniyê û ji berpirsên dewleta Îraqê daxwaz kirin ku li dijî projeya bendavan rawestin.
Îro danê sibê li navenda Rêxistina Geşepêdanên Medenî CDO’ya Silêmaniyê bi armanca bidawîkirina projeyên dendavan û parsatina xwezayê semînerek hate lidarxistin. Semîner ji aliyê Rêxistina Geşepêdanên Medenî CDO, Rêxistina Parastina Xwezaya Îraqê, Însiyatîfa Heskîfê, Navenda Berdewamkirina Geşedanan a Îranê, Hewldana Parastina Ava Dîcleyê ya Gelê Îraqê, Înîsiyatîfa Hemahengiya Parastina Nirxên Şaristanî ya Navnetewî, Rêxistina Cenesta û Un panteper a Îtalî ve hate organîzekirin.
Di destpêka semînerê de serokê rêxistina parastina xwezaya Îraqê Ezam Elweş bi zimanê Erebî axivî û bal kêşa ser raboriya rûbarê Dîcleyê û da zanîn ku Dîcle ji her aliyan veweke damarek giring ê jiyana Îraqê ye. Elweş piştî ku behsa kurte dîroka rûbarê Dîcleyê kir bi sînevîzyon û wêneyan behsa projeyên li ser Dîcle kir. Elweş got ku piştî stratejiya dewletan a şerên li ser av û petrolê ketin rojevê xwezayê, zindiyan û mirovan zirarek mezin dîtin. Elweş axaftina xwe wiha domand; ‘Dewleta Tirk avên ku ji nav sînorê axa wî derdikeve li dijî welatên din bikartîne. Tirkiye li dijî Suriye, Ýraqê, Kuweyt, Erebîstan û welatên din jî avê weke çek bikartîne. Bi qutkirina avê tenê berjewendiyên dewletan zirarê nabînin. Piştî destpêkirina projaya GAP’ê û bi taybet jî piştî çêkirina bendava Ilısuyê xezaya Îraqê zirarek mezin dît.’ Elweş bi wêne û belgeyan zirara xwezayê nişanda û diyarkir ku li gel xwezayê berhemên dîrokî, zindiyên ku li nav avê û derdora avê dijîn û her wiha mirovên ku debara xwe bi avê pêktînin zirarek mezin dibinin. Elweş got ku ji ber vê sedemê ew vê yekê gelek giring dibinin û ji bo pêşiya vê yekê bigrin xebatê bikin.
Piştre li ser navê rexistina CDO Ata Mihemmed Ehmed bi zimanê Kurdî axivî da zanîn ku heman siyaseta ku dewleta Tirk birêve dibe ji aliye dewleta Îranê ve jî tê meşandin. Ehmed got; ‘Dewleta Îranê ji salên 1960’î vir ve li ser avên ku tên axa Îraqê dendavan ava dike. Ji ber vê yekê rêjeya avê her diçe kêm dibe û hin av dimiçiqin. Ehmed navê rûbarên ku hişk bûne jî rêz kir û got ‘Îran li nêzîkê Qesrê Şîrin bendavan çê dike. Ji ber vê yekê avên ku tên nav axên ‘Ýraqê zûha dibin. Heya niha bi tevê rûbarê Elwendê, ava Gencançem, Wadîkentir, Qeretû, Wîriç, Kerxeteyîf, Zeximcoyê mezin û Qarûn miçiqîne. Beriya niha ji bo rizgarkirina ava Elwendê dewleta Îraqê qenalek di navbera ava Sîrwan û Elwendê de çêkir. Lê bele vê yekê jî nekarî bibe çareserî. Di navbera dewleta Îranê û Îraqê de çendîn Peyman jî hene lê belê heya niha pêşiya vê pirsgirêkê nehatiye girtin’.
Ehmed di berdewama axaftina xwe de bi sînevîzyonê dîmenên avên zûhabûne nişanda û da zanîn ku avên ji çiyayên Dalaho û Kirmanşah tên 50 hezar donim erde şîn dike û nêzîkê 50 km dirêj dibin. Ehmed got ‘Ava Elwendê di sala 1951’an de 5 metre bilindbû, lê her ku çû kêm bû. Di sala 1980’yan de bû 2 metre, 93’yan de bû metreyek, piştî 2011’an jî rêjeya avê sifir e’. Ehmed di axaftina xwe de diyarkir ku 350 hezar kesan ji ava Elwendê sûd werdigirtin lê niha ev kes mexdûr in. Mêrg, zozan, bax û bostanên li ser van avan zûhabûn. Ji ber vê yekê xwezaya xweşik a ku mirovan li ser dijiyan ji holê rabû.
Piştî Ata Mihemed Ehmed endama rêxistina CDO Cuwana Rîvera bi Îngîlîzî axivî û behsa giringiya hewldana navnetewî ya li dijî çêkirina bendavan kir. Rîvera diyarkir ku bi pêşîgirtina rûbaran her kes zirarek mezin dibîne û ji ber vê yekê jî divê xebatek berfereh bê pêkanîn.
Li ser navê Înîsîyatîfa Heskîfê Serhed Resûl jî axaftinek kir behsa dîroka bendava Ilısuyê kir û da zanîn ku politikaya dewleta Tirk a çêkirina bendava Ilısuyê bi poltîkaya parastina netewî ve girêdayî ye. Resûl dot ku ew weke înîsiyatîfa parastina Heskîfê ji bo rawestandina çêkirina vê bendavê xebat û çalakiyan birêve dibin. Resul got; ‘Ev mijar tenê Tirkiyê an jî Îraqê eleqeder nake. Ev bendav tenê avê zûha nakin. Zirarek mezin didin tevahî nirxên dîrokî, mirov û zindiyên din ên xwezayê jî. Ji ber vê yekê giringiya tevger û birêxitinbûna bi hevre heye.
Di dawiya semînerê de axaftvanan bersiv dan pêrsên rojnamevan û mêhvanan.
Piştî semînerê rêxistinan bi 3 zimanan civîneke çapemeniyê lidarxistin û ji berpirsan xwestin ku ji bo rizgarkirina rûbaran demek ji ya din zûtir bikevin nava hewldanan. Nûnerên rêxistinan diyar kirin ku ji bo balê bikêşin ser vê rewşê dest bi kampanyaya îmze komkirinê jî kirine û li ser înternetê û li kolanan îmzeyan kom dikin. Nûneran gotin ewê van îmzeyan bidin UNESCU û berpirsên pêwendîdar.
Di dawiya daxwiyaniyê de rêxistinan nûshayek nameya ku ji bo serokamarê Ýraqê Celal Talabanî, serokwezîr Nûrî Malîkî û serokê meclîsê Usame Nûceyfî re nivîsîne dane ragehandinê. Rêxistinan daxwazên xwe bi awayek 4 xal ji berpirsên re ragehandin. Daxwazên wan ev in;
1-Demek ji ya din zûtir lîcneyek ji bo krîza avê bê damezrandin. Li ser vê mijarê bi dewleta Tirk re diyalog çêbibe û bandora barajan ya li ser xwezayê bê lêkolîn kirin.
2-Daxwaza me ji dewleta Ýraqê ew e ku li dijî şîrketên ku van bendavan çêdikin planekî stratejik pêk binin, ger xebatên çêkirina bendavan bidawî nekin hesabên wan yên bankayan bicemidînin.
3-Daxwaza me ji hukumeta Ýraqê, ji meclis û serokatiya meclîsê ew e ku ji bo rizgarkirina rûbaran û xwezayê piştgiriya vê kampanya me bikin.
4-Daxwaz dikin ku lijneyek pêk were û der barê zirarên ku heta niha hatina jiyin dosyayek bê amadekirin û encamên vê jî bi gel re bê parvekirin. Her wiha di nava salekî de encamên ku bên komkirin ji UNESCU re bê ragehandin.