Li Silêmaniyê PDK bi YNK’ê re civiya
PDK, têkildarî qirîza li Başûrê Kurdistanê ku demeke dirêje tê jiyîn bi YNK’ê re civiya.
PDK, têkildarî qirîza li Başûrê Kurdistanê ku demeke dirêje tê jiyîn bi YNK’ê re civiya.
Heyeta PDK'ê îro di çarçoveya serdanên xwe yên li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê li gel YNK'ê li navenda Polîtburoya civînek li dar xistin.
Heyeta PDK'ê ji Sekreterê Polîtburoya PDK'ê Fazil Mîran û endamên Polîtburoya PDK'ê Ezeddîn Berwarî, Mehmûd Mihemed, Kekemîn Necar, Ehmed Kanî û Dilşad Şeban pêk tê.
Her wiha heyeta YNK'ê ya pêşwaziya heyeta PDK'ê kirî jî, ji Berpirsê Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar, endamên Polîtburoyê Hekîm Qadir, Rifhet Ebdullah, Şêx Cehfer, Rizgar Elî, Omer Fetah û Sedî Ehmed Pîre pêk tê.
Piştî civîna di navbera her dû aliyan de bi dawî bû û şûn de daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.
Ewilê Mele Bextiyar axivî û diyar kir ku ji beriya niha bi Serokê Giştî yê PDK’ê re Mesûd Barzanî re têkildarî rewşa herêmê û kirîza heyî civînek li dar xistiye û ev civîn jî baş derbas bûye.
‘GOTÛBÊJAN PÊŞBIXÎN’
Piştre jî Sekrekterê Polîtburyoya PDK’ê Mîranî axvî û destnîşan kir ku projeya ku Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî behsa wê dike wan jî heman proje axivîne, lê ji bo ev proje bê gotûbêjkirin divê gotûbêj û hevdîtin bi partî û tevgerên din ên siyasî re jî bê kirin. Mîranî bibîr xist ku armanca wan a serek ya vê hevdîtinê jî pêşxistina diyalogêye.
Mîranî diyar kir ku piştî gotûbêj bi aliyê partiyên siyasî re hate kirin û şûn de ji bo rêyên çareseriyê bên diyarkirin wê gotûbêj li ser bên kirin.