Li Silêmaniyê civîna malbatên şehîdan

Li Silêmaniyê civîna malbatên şehîdan

Komîteya Malbatên Şehîdan a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK’ê bi boneya 18’ê Gulanê roja şehîdan û bîranîna şehîdên 16’ê Gulanê yên Hewlêrê, li nivîsîngeha Rojî Welat a Silêmaniyê civînek pêk anî. Di rojeva yekem a civînê de rewşa siyasî hate nirxandin dûre der barê rêxistinbûna komîteya malbatên şehîdan û pirsgirêkên malbatan de nîqaş hatin kirin. Di encama civînê de li serb erferehkirina komîteyê û amadekariya konferansek giştî y malbatên şehîdan jî hate rawestandin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDK’ê îro li nivîsîngeha Rojî Welat a Silêmaniyê bi boneya roja şehîdan a bîranîna şehîdên 16’ê Gulanê civînek li dar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêka civînê de berpirsê Komîteya Malbatên Şehîdan a Silêmaniyê, Abdulwehab Mihemmed pênaseya şehîdbûnê kir û da zanîn ku gelê Kurd hebûna xwe ya îro deyndarê şehîdan e. Mihemed diyar kir ku gelê Kurd bi taybet di van sedsalên dawî de ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe gelek berdêlên mezin daye û gelek şehîdên gelê Kurd çêbûne. Mihemed got: “Şehîdan ji me re nirx û mîrasek mezin bi cîh hiştin. Ji ber vê jî xwedîderketina rêça şehîdan wezîfeya hemû malbatên şehîdan e”.

Piştî axaftina destpêkê di rojeva yekem a civînê de rewşa siyasî ya îro ya herêmê û Kurdistanê hate niraxdin. Di nirxandinan de hate destnîşankirin ku herêm tev de di qonaxekî hesas û krîtîk re derbas dibe. Di vêqonaxê de gelê Kurd jî li her çar aliyê Kurdistanê tekoşîna bidestxistina statûyê dimeşîne. Di vêrojevê de polîtîkayên ku xwe dispêrin hêzên derve û hêza gelê Kurd paşguh dikin hatin rexnekirin û hate diyarkirin ku qonax ji Kurdan yekîtiyê dixwaze. Xeyala herî mezin a şehîdên gelê Kurd jî yekîtî bû. Ji lewra siyaseta rastxwedîderketina xeyalên şehîdan e.

Di rojeva duwem a civînê de jî rewşa birêxistinbûna Komîteya Malbatên Şehîdan a li Silêmaniyê û xebatên ku heya îro hatine bi rê ve birin hate nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku pêwîstî bi pêşxistin û berferehkirina xebatên vê komîteyê heye. Di encama civînê de xebatên ku ji vir şûn de bên meşandin û her wiha mekanîzmaya birêvebirina xebatan hate diyarkirin. Hate gotin ku ev civîn di heman demê de amadekariya konferansek giştî ya komîteya malbatên şehîdan e.