Doh bi şev agir li rafîneriya ango palawgeha Pîremegrûn a Silêmaniyê ket û ji sedî 30’ê rafîneriyê şewitî. Ji bo vemirandina agir hêzên agirkuj ji Silêmanî û navçeyên derdor hate vexwestin. Agir heya destê sibê bi zorê hate kontrolkirin.
Di demekê de ku li herêma Kurdistanê krîza neft û petrolê dikeve rojevê vê care jî agahiya agirê ku li rafîneriya Pîrmegrûn ketiye hate rojevê.
Doh bi şev ji ber sedemek nayê zanîn agir li palawgeh ango rafîneriya Pîremegrûn a Silêmaniyê girt û di encam de ji sedî 30’ê rafîneriyê şewitî. Ji ber şewata zêde wesayitên agirkuştinê ji Silêmaniyê û navçeyên derdor jî hatin xwestin. Derbarê vê şewatê de heya niha berpirsan tu daxwiyaniyek nedane.