Li taxa Kanî Aksan ya Silêmaniyê di dema avakirina pirojeyekê de ji aliyê hemwelatiyekê ve 13 gorên dîrokî hatin ditin.
Li bajarê Silêmaniyê berpirsê polîsan yê Silêmaniyê Serkewt Ehmed diyar kir ku, li taxa Kanî Askan ya bajarê Silêmaniyê li pişt Mizgefta Mezin ya Silêmaniyê hemwelatiyek ji bo encamdana pirojeyekekê zeviya xwe dikûla 13 gorên dîrokî dît. Berpirsê Polîsan yê bajarê Silêmaniyê Serkewt Ehmed da zanîn ku, li gor destûrên olê îslamê hatine veşartin, û dê ev ji aliyê şûnwarên Silêmaniyê wê lêkolîn ser bikin. Ehmet da zanîn ku, ji berê de ew gor hebûn dîtin lê xanî li ser hatine çêkirin.