Li Şêx Meqsûdê operasyona li dijî êrîşên çeteyan

Êrîşên komên çete yên ser bi qaşo koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.

Êrîşên komên çete yên ser bi qaşo koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

Êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, dewam dikin.

Komên çeteyan 31'ê Gulanê bi topên cehenemê bombebaranek dijwar birin ser taxa Şêx Meqsûd. Hêzên me jî cihên çeteyan ên jê êrîş kirin zelal kirin û di heman rojê de li herêma Şara 20 operasyonek lidarxistin. Di operasyonê de doçkak 14,5 mm û motorek çeteyan hat rûxandin. Bi qasî hat zelalkirin 4 endamê çeteyan hatin kuştin.

31'ê Gulanê çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûs û başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê Kobanê. Heman rojê komek çeteyan xwest di pira Cerablûsê de mayinek bi cih bike û biteqîne. Hêzên me bi operasyonekê bi ser van çeteyan de girtin û ev kom bêtesîr kirin. Di encama operasyonê de çeteyek hat kuştin.

Komên çeteyan saet di 24.00 de bi çekên giran êrîşî pira Cerablûs û derdora wê kirin.

Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî Rojava lidardixin berdewam dike.

Artêşa Tirk roja 31'ê Gulanê saet di 14.00 de li dijî gundê Bobanê yê li  rojavayê Kobanê êrîş lidar xist."