Li Sêrtê qezaya trafîkê: 2 mirî

Li Sêrtê qezaya trafîkê: 2 mirî

Qezaya ku îro di demjimêrên nîvro de li navçeya Şîrwana Sêrtê rû da 2 kes mirin û 7 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, wesayîta bi navê “patpat” ya çandiniyê ku Salih Sumel di ajot, gundiyên ku ji zeviya gundê Ozpinarê girtin û anîn, qulipî.

Di qezayê de Sumeyra Sumelî (72) û neviyê wê Mûsa Sumelî (13) jiyana xwe jidest dan.

Salih, Fahriye (29), Muzeyyen Sumelî (29), Nûriye Sîlî (44), Hakan Sîlber (8), Fatîha Sîlber (34) û Ridvan Sîrek (13) yên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.