Li Sêrtê polîsan avêtin ser malên HDP'yiyan
Li Sêrtê, polîsên tevgera taybet ên Tirk, avêtin ser 3 malan ku di nav de mala Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Şukru Tîmûrtaş jî hebû.
Li Sêrtê, polîsên tevgera taybet ên Tirk, avêtin ser 3 malan ku di nav de mala Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Şukru Tîmûrtaş jî hebû.
Polîsên tevgera taybet ên Tirk, li taxa Ûlûs a Sêrtê ku di 15'ê Çileyê de 5 welatî lê înfaz kirin, avêtin ser malan. Polîsan avêtin ser malên Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Şukru Tîmûrtaş, rêveberê TUHAD-DER 'ê Sêrtê Suleyman Tîmûrtaş û xebatkarê Şaredariya Sêrtê Abdulbarî Selçûk.
Di serdegirtinan de polîsên Tirk tiştek li malan nedîtin û ji malan derketin.