Li ser rêya Sêrt-Dihê di dema derbazbûna wesayîta zirxî ya polîsan de teqînekê rû da.
Li gorî agahiyan, li ser rêya Sêrt-Dihê ya navbera gundên Demîrkaya û Yeşîlorenê di dema derbazbûna wesayîta zirxî ya polîsan de teqînê rû da. Hate îdîakirin ku, di teqînê de windahiya can çênebûye, lê belê wesayîta zirxî zirar dîtiye.
Piştî teqînê ji 3’mîn Fermandariya Tûgaya Komando ya Sêrtê bi helîkopteran Tîmên Tevgera Taybet yên Cendirmeyan daxistin. Herêmên daristanî ji aliyê helîkopterên Kobrayê ve hatin bombebaran kirin.