Li Sêrtê kesek hate girtin

Li Sêrtê kesek hate girtin

Li Sêrtê ji 2 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin Halil Ene bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hate girtin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li Sêrt û navçeya Tîllo bi ser gelek malan de girtibûn û 2 kes binçavkiribûn. Polîsan piştî Serokê DTP'a berê yê Tîllo Metin Beydogan û Halil Ene binçavkirin birin midûrieta polîsan a Sêrtê. Polîsan 2 kes sewqî Edliyeyê kirin. Li Edliyeyê jî piştî 2 kes sewqî heyeta Dadgeha Asliye Ceza hatin kirin Metin Beydogan serbest hate berdan û Halil Ene jî bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" hate girtin. Ene şandin girtîgehê.