Li Sêrtê ji malekê 4 kes hatin binçavkirin

Li Sêrtê ji malekê 4 kes hatin binçavkirin

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê serê sibê bi ser malbata Endamê Şaredariya Sêrtê Hîdayet Elînç de girt û ji malbatekê 4 kes binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê serê sibê li taxên Çal, Malên 99 û Doganê û Hala Fekî ya Şaredariya Sêrtê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û halê de ji malbatekê 4 kes binçavkirin. Polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê yê BDP’î Hidayet Elînç, Egît Elînç, Razi Elînç û M. Şirin Elînç ku li halê dixebitî binçavkirin û birin Midûriyeta polîsan a Sêrtê. Sedema binçavkgirina 4 kesên malbata Elînç nehat zanîn.