Li Sêrtê cenazeyekî karkerekî din hat dîtin
Li Sêrtê cenazeyê karkerê bi navê Mehmet Şefîk Tûncer ê di bin xirbeyan de mabû jî hat dîtin.
Li Sêrtê cenazeyê karkerê bi navê Mehmet Şefîk Tûncer ê di bin xirbeyan de mabû jî hat dîtin.
Di cinayeta kar de ku li madenek misê ya navçeya Şîrwan a Sêrtê rû da, hejmara miriyan zêde dibe
Cenazeyê karkerekî din ji bin xirbeyan hat derxistin û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 5’an. Hate diyarkirin ku karkerê ji bin xirbeyan hatî derxistin û ji hêla hevalên wî ve cenazeyê wî hat dîtin, Mehmet Şefîk Tûncer e. Dayik Nafya Tûncer jî dema cenaze hat derxistin krîzên sînîrê derbas kir.
Xebatên rizgarkirinê ji bo 11 karkeran dewam dike.
Têkîldarî cinayeta kar a li sehaya madenê ya li Park Elektrîkê ku aîdî Grûba Cîner e, pêk hat, 6 kes binçavkirî ne ku ji van 2 pisporên ewlehiya kar in.
Agahiyên karkerên ku di bin xirbeyan de mane ku yên jiyana xwe ji dest dane jî hene, wiha ne;
1- Savaş Kizilkan: Operatorê Ekskavator (Amed)
2- Kerem Arat : Operatorê Ekskavator (Navçeya Şîrwan gundê Derînçay)
3- Mesût Ant : Operatorê Ekskavator, (Navçeya Şîrwan Madenkoy)
4- İbrahîm Kilinç: Operatorê Ekskavator, (Sêrt)
5- Kasîm Tarî : Operatorê Ekskavator (Amed)
6- Şefîk Tûncer : Operatorê Ekskavator (Êlih)
7- Sedat Bûlût : Operatorê Rokê(Navçeya Şîrwan gundê Otlûk)
8- Abdûrrahman Sonmezsoy : Operatorê Rokê(Êlih)
9- Reşît Can : Ajokarê Kamyonê (Sêrt gundê Yagmûrtepe)
10- Halîl Başer : Ajokarê Kamyonê(Sêrt Navçeya Misirc)
11- Mahmût Batûmak : Ajokarê Kamyonê(Navçeya Şîrwan gundê Taşkaya)
12- Bedrettîn Cayli: Ajokarê Kamyonê(Navçeya Şîrwan gundê Yatagan)
13- Nûsret Beyazalma: Ajokarê Kamyonê(Wan Artemêt)
14- Yavûz Yildiz: Ajokarê Kamyonê(Navçeya Şîrwan)
15- İsmaîl Tekîn: Ajokarê Kamyonê(Sêrt Navçeya Dihê)
16- Abdulbakî Aydin: Ajokarê Kamyonê(Sêrt Navçeya Dihê)