Ji 12 kesên li Sêrt, Bedlîs, Amed û Mêrsînê hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin.
12 kesên li Sêrt, Bedlîs, Amed û Mêrsînê hatin binçavkirin, duh sewqî Edliyeya Sêrtê hatibûn kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Endamê Meclîsa Şaredariyê yê BDP'yî Hidayet Elînç serbest hate berdan û 11 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadeyên li Dadgeha Sulh Ceza ji 11 kesan Racî Elînç, Îlhamî Yeşîl, Ayetullah Ozcan û Nurettîn Kayhan bi îdîayên "Alîkariya rêxistinê kirin" û "Propagandeya rêxistinê kir" hatin girtin û 7 kes jî serbest hatin berdan.