Li Sêrtê 2 kes hatin girtin

Li Sêrtê ji 3 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Li Sêrtê di 3'yê Hezîranê de welatiyên bi navê Sînan Bozkurt, Vahdettîn Erdemcî û Mucahît Kurtak ên ku hatibûn binavçkirin piştî îfadeyan derxistin dozgeriyê. 3 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Sînan Bozkurt, Vahdettîn Erdemcî bi îdiaya "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin, Mucahit Kurtak bi şertê kontrola edlî hat berdan.

2 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.